Hate ber derî, min lê nenêrî
Lê gava ew çû, min dil daye dû
Ka ew çavên reş, ka ew dilê geş
Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû
Yara min ba kî, ey bilbilê dîn
Li ser çi digîrî, qêrîn û nalîn
Yara te va ye, li ber çava ye
Ev deşt û çiya, tev xweş kir bibîn
Bilbil tu zanî gelo ez kî me
Tu tim serbest î, lê ez girtî me
Bêlîs û hêlîn, bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me
Helbest : Cegerxwîn
çok derin bir şiir ve mükemmel bir sesten oluşan bir şarkı…