Hûn Bixêr Hatin Web Siteya Me, 23 Mayıs 2017
Beğen 5

Dewrêşê Evdî Efsanesi Orjinal Kürtçe Versiyonu

 

Yaklaşık 300 yıl önce yaşandığı sanılan Dewrêş ile Edule’nin aşkını anlatan bir destandır. Bu destan bu büyük aşkın yanı sıra Katliam, töre ve trajedileri de konu alır. Bu destanı okurken Delîl Dilanar’dan Dewrêşê Evdî şarkısınıda dinlemenizi tavsiye derim.

(Şaxa 1)
Bavê Dewrêşê Evdî bû.Dewrêş hê tinebû. Evdî Şivanê Zor Temir paşayê milî bû.Hafirê Gêsî û Ecîl Birahîm, ew şêxê hezar û pênsid Gêsa bûn.Zor Temir paşayê milî axê kîka û mila bû. Kîka û mila kurd bûn, Gêsa ereb bûn.
Rojekê Gêsa hev û dinê civîyan.Hafirê Gêsî, Ecîl Brahîm go:”Emê
nijdakê bavêjine ser kîka û mila. Emê konê Zor Temir paşa bidineber şûra”.
Ewî eşîra xwe hilanî û ser konê Zor Temir paşa ve girt, sed mêrê ereba jê koşt.
Zor Temir paşa rabû revîya. Evdî li mihîna Zor.

Temir paşa siwar bû, şûrê xwe hilanî û kete nav neyara. Bû çingînê şûra,
bû terqînê mertala. Ev hezar siwarê Gêsa ji ber Evdî revîyan.
Evdî sed mêr ji wan kuşt û hate malê, ji hespê peya bû. Hingê kêfa Zor Temir paşa
zef-zef ji Evdî re hat, çima ku Zor Temirpaşa ji ber neyara xilas bû.
Zor Temir paşa Evdî zewicand.Sala wî qedîya xwedê kurek dayê.
Zor Temir paşa navê wî danî Dewrêşê Evdî.
Zor Temir paşa gelekî ji vî kurkî, ji bavê wî hiz dike,weke
birayê xwe ji wan hiz dike. Sal û zeman ketine nav. Dewrêşmezin bû emrê wî bû bîst û pênc sal. Piçek mal û halê wan çê bû. Evdî ji ber Zor Temir paşa derket. Edûle, qîza Zor Temir paşa ew jî qîzek, gelek delale, di dilê dê-bavê xweda gelek ezîze. Dewrêşê Evdî, ew hê ji Edûlê delaltire. Dilê wî û Edûlê heye.Evdî konê xwe barkir û ji ba Zor Temir paşa
çû û konê xwe li berîyê vegirt.
Elî û Bozan herdu birayê Evdîne,Sadûn jî birayê Dewrêşe, ev
herdu malê han ji hev naqetin, tev êzdîne. Evdî extîyar bû,emrê wî bû nod salî.
Zêdeyî Dewrêşû Sadûn zaroyê wî tine bûn.

Dilê mi lîyane,
Erdê berîyê erdekî dûzî bêpîvane,
Hezar û pênsid sûarê li hev civîyane,
Çûne dîwana girane,
Li ber xwe danîne qurana ezîmşane,
Dibê:”Emê hi cûmeke mezin bavêjin ser kîkan û milane,
Hicûma ewil,emê bavêjinê ser kozê qîz û bûkê wane,
Hicûma di duya, emê bi bine ser ,
birê qîz û xortê kîkan û milane,
Hicûma sêya, emê konê Zor Temir Paşa bidine devê şûrane
Ji berêde em diminê bav û kalane.
Mektûbekê nivîsandin, mekûb qasî cerîdane
Dane destê dû heb xortane
Go:”Bibin û herine dîwana Zor Temir paşane
Bêbextî dinava me de nexuyane”
Dibê, evan herdû xorta siwarbûn û meşyane
Berê xwe dane oda Zor Temirpa şayê milane
Çûne devê deriyê odê sikinîn û mektûb dane destane
Ev herdû xort vegeriyane nava kêsane
Zor Temirpaşa rûdinê û mektûbê dixwîne
Destê xwe li çoka xwe dixîne
Stêrkên xwe dibarîne
Dibê:”Evdî jî ji ba min çû kes qeweta min tinîne”.
Lîyane, Lîyane, Lîyane, Zor Temirpaşa gazî kir giregir, fêrz û pelewanê kîkan û milane
Temam di oda girn de li hev civiyane
Tev ji nav xwe razîne
Filan ibin filane,
Qelûnê wan temama di destê wane
Ebayê besrayî li nav milê wane
Şûrê wan tev grêdayî ye li kêlekê wane
Tûtinê dikêşînin, ode bûye toz û dûmane
Zor Temir paşa hêja dagerî nava wane
Mektûba neyara bi destane.
Mektûb deranî, mektûbê dixwîne
Go:”gelî kîkano, gelî milano

Gelî fêrizano, gelî pelewanîno
Hûn başbala xwe bidine vê mektûba hano”.
Zor Temirpaşa mektûbê dixwîne
Dibê:”Dilê min Lîyane, Lîyane, Lîyane,
Erdê berîyê erdekî dûze, bêpîvane
Hizar û pênsed siwarê kêsa têde li hev civiyane
Kişyane dîwana girane
Ecîl Birahîm milûkê wane
Hafirê Gêsê bêreqa darê wane
Li ber xwe danîne qurana ezîmşane
Teva sûnd dixwar bi ezîmşane
Teva sûnd dixwar bi vê qurana hane:
Emê hicûmek bidine ser kîka û ser milane
Hicûma ewil, wê bavêjina ser,
kozê qîz û bûkê we kîk û we milane
Hicûma diduya, ê şûr berde qîz û xortane
Hicûma sisîya, ê konê Zor Temir paşa bide ber şûrane
Gelî mêrxasa, înca şer girane”.
Dibê ev fêriz û pelewanê hanê,
simbêlê wan melûl bûn
Serê simbêla kete ser lêvane
Médê xwe kirin, weke jinebiyane
Weke çelê genim, erd bi darka kolane
Di ber xoda hêdî-hêdî giriyane
Yeko-yeko rabûn, derketin ji oda Zor Temir paşayê milane.
Edûlê hate odê sikinî, go:”Zor Temir paşa bavo, dilê min Lîyane Qe tu nizanî heye Dewrêşê Evdî, lawkê êzîdxane?
Ewe, ku dibe qesasê hezar û pênsid siwarê kêsane
Ewe, ku konê te xilas dike ji devê şûrane
Dewrêşli nava pelewanada gelekî navgirane”.
Zor Temirpaşa bibê:” Edûlê, de rabe mektûbekê binivîsîne,
Ji Dewrêşê Evdî re, lawkê êzdî re bişîne”.
Edûlê radibe mektûbekê dinivîsîne Dide destê xortekî û zû dişîne
Dewrêşli ser mêrgekî sekinî ye
Hevsarê Hidman bi destane û Hidmanê diçêrîne.
Dewrêşmektûbê ji destê vî xortî digre û dixwîne
Mektûbê maçû dike û ser enîya xwe datîne
Li Hidmanê siwar dibe û dixarîne,
Xwe bi malê digihîne
Ku vaye bavê wî, Elî û Bozan û Sadûn tev rûniştîne.
Sekinî mektûbê ji wan re dixwîne
Go:”Evdî bavo, dilê min lîyane
Erdê berîyê erdekî dûze, bêpîvane
Hezar û pênsid siwarê kêsa têde li hev civiyane
Tev çûne dîwana girane
Ecîl Birahîm milûkê wane
Hafirê Gêsê bêreqa darê wane
Li ber xwe danîne qurana ezîmşane
Teva sûnd dixwar bi vê qurana hane:
Em û kîka û mila neyarê bav û kalane
Emê hicûmek bidine ser kîka û ser milane
Hicûma ewil, wê bavêjina ser,
kozê qîz û bûkê we kîk û we milane
Hicûma diduya, ê şûr berde qîz û xortane
Hicûma sisîya, ê konê Zor Temirpaşayê bide ber şûrane
Mektûb hate dîwana Zor Temir paşayê milane Zor Temir paşa mektûbê dixwîne
Fincana qawê li ser destê Edûlê datîne
Edûlê fincana qawê li ser tepiska zêrîn datîne
Li nava dîwana kîka û mila digerîne
“heçî kesê fincana qehwê ji ser destê min hilîne
Ewê min mar ke, ê heyfa bavê min hilîne”.
Dibê:”Bavo, dilê min lîyane, lîyane Tu bide min Elî û Bozane
Tu bide min Sadûnê birane
Ezim, ku herim fincanê hilînim ji ser destê,
Edûla qîza Zor Temir paşayê milane
Ezim, di qelînim hezar û hevsid siwarê kêsane
Ezim, konê Zor Temir paşa xilas bikim ji devê şûrane.
Bavo, Zor Temirpaşa emekdare
Emekê wî li ber çavê min xuyane”.
Dibê, Evdî girîya û stêr ji çavê bavê wî barîyane Go:” wey, wey li min û vî bextê hane
Lawo, sebir bike, sebir ji ba xwedane
Ezê du xebera ji kurê xwe re bêjim,
bala xwe bide vê xebera hane.
Go, lawo emrê min hijde salî bû,
ez şivanê mala Zor Temir paşayê milame
Carekê dîsa li ser serê wî rabû firmaneke girane

Kîkan û mila ji ber Gêsa revîyane
Ez rabûm siwar bûm li mihîna Zor Temir paşayê milane
Min şûr girêda, mertal avête zendane
Ez dageriyame nava neyarane
Dibe çingînê şûra, terqînê mertalane
Go, lawo, min sed ji wan kuştin û tev,
ji ber bavê te revîyane
min konê Zor Temir paşa xilas kir ji destê neyarane
Paşî Zor Temir paşa çi got?
Go:” Evdî êzdî ye, li çiyayê şengalê dibe dizê kerane”.
Tû ji ya bavê xwe bikî, Zor Temirpaşa bêbexte, emekherame.
Dewrêş dibê:”Bavo, dilê min Lîyane, Lîyane
Sûretê Edûla Zor Temirpaşa li ber çavê min xuyane
Ez bextê te de, tudilê min neşkênî ji boy vî şerê hane
Tu bide min Elî û Bozane
Tu bide min Sadûnê birane
Emê siwar bibin li hespane
Herine dîwana Zor Temir paşayê milane
Emê binhêrin ray, şêwir û tekbîra wane”.
Dibê, Dewrêş rabû ji pîyane Cilê zirî û mizirî kişande xwe, siwar bû li Hidmane

Xatir xwest ji dê û bavane
Go:”Dayê, bavo, çûn bidestê mine, hatin bi destê xwedane”.
Bi Dewrêş re siwar bûn Elî û Bozan, Sadûnê birane Ev herçar derketin,
berê xwe dane dîwana Zor Temir paşayê milane.
Giregir, fêriz û pelewanê kîka û mila di dîwana,
Zor Temir paşa de li hev civîyane.
Dibê dewrêşnêzîk bû devê derê dîwana wane
Hidman çav bi mêvana ket, bû hişîna Hidmane
Alê dîwanê se kirin hişîna Hidmane
Gotin, ev Dewrêşê Evdî hate dîwana girane.
Dewrêşû Elî û Bozan û Sadûnê bira peya bûn ji hespane
Kişyane dîwana girane
Tev ji ber Dewrêşre rabûn û sikinîn ji pîyane.
Dewrêşrûnişt li ser doşeka herba girane
Li tenişta wî rûnişt Elî û Bozan û Sadûnê birane.
Edûlê se kir, ku dewrêşhate dîwana girane
Fincana qawê danî ser destane
Anî gerand li nava fêriz û pelewanê kîkan û milane
Çû sikinî li ber Dewrêş, vî fêriz û pelewanê hane

Dewrêş rabû pîya, fincana qewê hilanî ser destane
Qawe danî ser dev û lêvane
Di nava odeda devê xwe xiste hinarê rûyê Edûlê û ramûsane.
Dewrêş rabû derket ji oda girane
Pêre rabûn Elî û Bozane û Sadûnê birane
Derketin, siwarbûn li hegane
şûr û mertalê wan li milê wane
Bînana Ezrahîl û cebrahîl, ku dagerin ji ezmane.
Zor Temir Paşa gazî kir:” Ûsib efendî,
tu jî here bigihîje wane”.
Gazî kir li Elî û li Silêmane,
Ew jî ji fêriz û pelewanê nav girane
Go:” Hûn herdu jî herin bigihîjine wane”.
Paşî bavê dewrêş û dîya Elî û Bozane
Hatine mala Zor Temir Paşayê milane
xwe avêtine ser dest û pîyê Edûla Zor Temir Paşayê milane.
Go:”Emketine bextê te û xwedane
Tu herî pêşîya dewrêş, destê xwe bavêjî hevsarê Hidmane
Tu bêjî, dîya te û bavê te extîyarin,
kesek xweyî xudanê we nemane
Tu bidî Sadûn û Elîyê Birayê Bozane
Bavê te guneye, mala we bêxweyî û bêxudane”.
Edûlê çû pêşîya Dewrêş, destê xwe avête hevsarê Hidmane Go:”Dewrêş, ez ketime bextê te û xwedane
Mala we mişemire, bêxweyî maye,
tu bidî Elîyê birayê Bozane û Sadûnê birane”.
Dewrêşgo:”Edûlê, bese ji van tan û niçane
Ez nadim Elî û sadûnê birane
Ê gelek Kûçikê we kîka û milahene
Wê kenê xwe bi min bikin û wê bidin hilobîyane”.
Dibê, Dewrêş serê xwe ji Edûlê re nizim kir, Edûlê serê xwe jêre bilind kir,
Dewrêş, devê xwe xiste hinarê rûyane
Dibê, nava kîka û milada bû çîre-çîrê remûsane.
Dewrêş, berda serê Hidmane Û berê xwe da serê rê û dirbane.
Dewrêş gazî kir:” Gelî birano, gelî hevalno
Ji berêda kuştin rîya mêrane
Meriv tê ye kuştin, namûsa xwe nade destê neyarane
Dilqewî bin, bi emrê xudane”.
Û bi hevre meşîyane.
Dibê, ji efendiyê xwere bêjim: Berî-berîstan, çolî-çolîstan
Havîn çû , ma zivistan
Serê Dewrêşê Evdî û her pênc hevalê wî,
haja têkeve şer û qewxê girane.
Dewrêşê Evdî, Elî û Bôzan û Sadûnê bira, Elî û Silêman û Ûsib katibê wan, peya bûn ji hespane
Û li ser kanîyê ji xwere rûniştin
Xarina xwe xarin, hegpê xwe çêrandin
Dewrêş gazî kir:”Gelî hevala,
hûn li vir bin, ezê herim binhêrin û temaşa kim,
çika ev koma van nayara li kuderêne, raste anjî derewe?”
Dibê, heval man, Dewrêşê Evdî hespê xwe siwar bû û meşîya Çar seata ew bi rê çû ye
Bala xwe dayê, ku hezar kon vegirtî ye.
Çar heb qîz hatine sergîna, Dewrêşji wan pirsîye
Go:”Ev konê han konê kê ye?”.
Qîzika lê nihêrt û tirsîyan
Gotin:”Tu neyarî? îşê te li vir çî ye?”
Go:”Ez ne neyarim, du devê min hinda bûne
Gelo we devê min nedîtî ye?”
Her çar keçika got, kûr û girîyan
Û Dewrêş pey wan çûye.
Ev her çar keçik çûn ketine konê şêxê wan,
û qîrîn li malê kirîye
Go:” Siwarekî vaye li pey me hatîye”.
Dewrêş hat devê derê kon sekinî
Kalekî extîyar di bin kon de bû
Ev kalê han rabû û çû pêşîyê.
Dewrêş go:” **** du devê min hindabûne we nedîye?”.
Gava kal dewrêşnihêrîye
Dewrêş nas nekirîye
Bes Hidman nas kirîye
Ewî û bavê Dewrêşbi hevre hevaltî kirîye
Mihîna Evdî hêja li bîra wîye
Zane, ku Hidman jî ji wî terzîye.
Kal go:”Xorto, tu ne Dewrêşê Evdî?
Tu ji mire bêje bi rastîye
Tu Derewa dikî, tu ne li deva digerî
Tu car me tu ne dîtîye
Tu gelekî bi xezebî, te cilê hesinî li xwe kirîye
Te tasa hesin ser serê xwe danîye
Û te şûr û mertalê xwe girêdaye
Ji apê xwe re bêje, bihêre, îşê te çîye?”
Dewrêşgo:”**** ezê ji tere bêjim bi rastîye
Di nava me û Gêsa de neyartîye
Ez hatime, ku komê bibînim, koma wan li kûderêye”.
Go:”Lawo, tu xortekî gelekî heyfî
Min û bavê te, me bi hev re hevaltî kirîye
Bi a min bike tu mekeve vî şerîye
Em bisilmanîn û tu êzdîye
Û heq û hesabê te li rihê te çîye?
Ji me gere, di nava me û êla Zor Temir Paşa de neyartîye”.
Dewrêş go:”**** erê, bira ez êzdî me
bes ez eşîra Zor Temir Paşayê milî me!
Min nan û avê wî zehif xarîye”.
Evî kalî gote Dewrêş:”Lawo, înca ezê te re bêjim bi rastîye
Hezar siwar tevî Hafirê Gêsî, Ecîl Birahîm
Li girê Leylanê, li gola Xatûniyê sekinîye
Lawo, ez ketime bextê te, û xwedê da tu xwebernedî vî agirî”.
Dewrêş go:”**** bi xwedê, ez hatime ji bona vî agirîye”.
Dewrêşxatir ji kalî xwest û vegerîya Hate ser kanîyê, ba hevala rûniştî ye
Go:”Gelî hevala, ez çûm, min seh kirîye
Karê xwe bikin, em rabin, weke şêra,
bi hevre herine vî şerîye”.
Bi hev re rabûn û li hespa siwarbûn Û li ser rîya girê Laylanîyê û gola Xatûnîyê karbûn
Û nêzîk bûn û bi hev hisîyabûn
Şirîhet û qanûn li nav wan bû
Ecîl Birahîm, Şêxê wan bû
Hafirê Gêsî beyreqa şer hilda bû
Seat yek qirarê wan bû
Seat yek temam bû.
Dewrêş û Sadûnê bira û Elî û Bozan û Elî û Silêman
Ûsiv katibê wan, şûr ji kalan kişandin, ketine nav neyara
Bû çingîna şûra, bû terqînê mertala,
bû hişînê hespa û li hev dabû
Mêr tenê kuştin, bi seda û xûn rijiya bû
Ji neyara dusid hate kuştin,
ji Zor Temir Paşa kuştî Elî û Silêman bû.
Şer sekinî, bîna xwe berdabû
Rabûne ser xwe, dîsa li hevdabû
Bû çingîna şûra, bû hişîna hespa, bû terqîna mertala,
dê dev ji ewladê xwe berda bû
Hingî ku şer giran bû. Ji heştsid siwarî hate kuştin, çarsid mabû.
Bi van siwara hate kuştin Sadûnê bira bû
Dewrêş û Elî û Bozan mabû
Ûsiv başkatibê wan, sekinî bû li dera habû
Ûsiv dinhêrî, mêranîya DewrêşÇawa bû
Dinivîne, û li ber çavê wî xuya bû
Carekê dinê şer giran bû
Dewrêşû Elî û Bozan ketine nav van her çarsid siwarê habû
Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Dibê, dewrêşbînaya melkemotê kulê
Bînaya Ezrahîl û Cebrahîl tir û hêbet xiste nava xelqê
Bû çingîna şûra, bû hişînê hespa, bû terqînê mertala,
û ji sibê heta êvarê li hev dabû
Dewrêş sêsid siwar kuştin, sed siwar ji wan mabû
Ecîl Birahîm, Hafirê Gêsî hêja sax bûn.
Bi van siwara hate kuştin Elî û Bozan bû.
Lîyane, Lîyane, Lîyane, Lîyane, Şerê Dewrêş şerekî girane
Dewrêş siwar bû li Hidmane

Du mûyê melkemota nav çavane
Şûr kişand ji kalane
Hicûm da Hafirê Gêsî û Ecîlê birahîm, şêxê wane.
Bû çingîna şûra, bû hişînê hespa, bû terqînê mertala
Dewrêşmêra dikuje, wan ser piştê hespa berdane
Pêncî ji wan kuşt, Pêncî û Hafirê Gêsî û Ecîlê Birahîm mane
Divê, serê Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî,
hêja kete şer û teqê girane
Lingê Hidman kete qulê cird û mişkane
Lingê Hidman şkestin ji herdu çokane
Dewrêş qulibî, kete ser piştane
Hafirê Gêsî û Ecîlê birahîm, şêxê wane
Û vî pêncî siwarê han ajotine ser,
laşê Dewrêşê Evdî siwarê Hidmane
Ji hespa peya bûn, ew dane ber şûrane.
Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Ûsivê başkatib hate dîwane Zor Temer Paşayê milane
Go:”A ji tera mêranîya dewrêş ber çavê we xuyane”.
Edûlê sekinî û kuştina Dewrêş bihîst, û bi ser hinarê rûyê xwe ve girîya.
Xelqê go:”Heqê wê heye bigrî”.
Înca Edûlê kilam avête ser Dewrêşê Evdî.
Edûlê dibê:”Herê delalo, herê delalo, lo, lo, lo delêl Siwarê mala bavê min ji mal siwar bû, germa vê havînê
Pêşîya selefê siwara kete çîyayê Evdil Ezîzê
Nîvê siwara ma li girê Laylanîyê, gola xatûnîyê
Paşîya siwara ma li qiraçê Mêdînê
Gelî kîkan û gelî milano
Heçî kesê, ku cewaba Dewrêşê Evdî, siwarê Hidman, lawkê êzdî,
delalê malê, xêmê binê berîyê,
ji nava hezar û pênsid siwarê Gêsa ji min re bîne
Ezê bidimê çar aşê bavê min li ber ava misêrbînê
Heger bi her çar aşa qayîl nebe,
ezê bidimê deh heb canîyê bavê min hene,
kihêlin, eslîne, ezê bidimê rihînê,
Çar qesir û qonaxê bavê min hene,
ezê bidimê li bajarê misêrbînê
Eger her çar qesir û qonaxa qayîl nebe,
ezê di ser de bidimê hezar û pênsisd zêrê Osmanlî ji xezînê.
De bajô, de bajo, rêdûro, de bajo Hesp betilîyo, de bajo
Kîskê te qulo, tûtina te rijyawo, de bajo
Eba ser milê te sê tixto.
Li te bû belawo, de bajo Malê me wane,
serê çît û berçîtê Zor Temer Paşayê milî ji teva xuyane
Sîng û berê min ji tere mêrg û çîmene.
Herê lo,delal,herê lo delal, herê lo delal, Berîya Hamûdê berîyeke raste, çiqa li min dûze
Pozê kela mêrdînê li ser de xare û ser de xûze

Edûlê Gazî dike:” Gelî kîkano, gelî milano,
heçî kesê ciwabeke xêrê ji alê delalê malê,
Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî ji xêmê binê berîyê,
ji nava hezar û pênsid siwarê gêsa ji min re bîne,
ezê bidimê malê dinyayê, hezar û pênsid zêrê altûze
Herê lo, delal li min avêtîye stêrka sibê, stêra recilxêre.
Delêlî male, Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî, siware li Hidmanê nêre
Hate devê derê Zor Temir Paşayê milî,
min lingê xwe lêda li şim û masê zêre
Bi meşa kevokî, hêdî-hêdî ez çûme pêşîyê,
min destê xwe avête li hevsarê Hidmanî nêre
Min go, lo, lo, lo delêl, ez nizanim, te ne şere û te ne xêre
Delêl xeyîdî, bi minre xeber neda bi serê zimêne
Min go, lo, lo, lo delêl, ez te nadim bi Hemê,
bi Kinê, bi herdu fêriz û pelewana,
ku li xêmê binê berîyê ji kuştinê,
ji malê alemê nabin têre
Ez te nadim bi kurê Birahîm paşa ji mala zengo zêre
Ez te nadim, bi kurê bedirxan begê,
mîrê Bota ji maleke del û têre.
Lo, lo, lo, lo delêl, Ez te nadim bi sultanê dînê êzîdxanê
Ku li çîyayê Şengalê îsal hezar û pênsid salê wan qedîyaye,
quruşekî wan negihiştîye destê dewletê
neketîye kasa xundkêre.
Delêl xeyîdîye, bi min re xeber nade bi serê zimêne
Min go, lo, lo, lo delêl, te goştê min heland,
te hestîyê min rizand,
bala xwe bidê tilî pêçîyê minî zerî zeytûnî,
bînana mom û şema dihelin,
bi enîşka milê min ve bû bizmêre

Lo, lo delêl, ji bîna tilî pêçîyê min,
teyra serê xwe deranîye ji hêlînê,
min re serê xwe deranî ye ji qulê dîwêre
Ezê rabim, xilxalê lingê xwe bişkênim,
ji Hidman re bikime cotekî nêla
Ezê xizêma pozê xwe derxim, jêre bikim hûr bizmêre.
Ezê kezîyê xwe bibirim, ji Hidman re bikim,
gulik û rîşî û du hevsêre
Ji îro pêda, wê berê te têkeve binê berîyê,
nava hezer û pênsid siwarê Gêsa,
Xelqê bi bêje:”Ev siwarê henê çiqa bi hizne,
çi qa bi delale û çi bi cemale”.
Herê lo, delal, herê lo, delal, herê lo, delal,
De bajo rê dûro, de bajo.
Ji hevala mawo, de bajo
Kîskê te qulo, tûtina te rijîyao, de bajo
Ebakê te sê tixto
Li ser milê te bû belawo, de bajo
Malê me wane, serê çît û berçîtê konê,

Zor Temir paşa ji teva xuyane
Derdê min derdekî gorane.
Edûlê sekinî kêrik li zikê xwe da,
ji boy xatirê Dewrêşê lawkê êzdî, siwarê Hidmanê.

Dewrêşê Evdî
(Şaxa2)
De way-waylê, de way-waylê
Delalo, mîrê Ûnisî vê sibê deng li çêra kir

Go:”Gazî Dewrêşê şêx Evdî kin
Weynin heramê dîwanê
Destê lêxin kelamçê ye
Lingê deynin li qeydê ye
Bigrin, bavên zindanê ye”.
Delalo, dilîko
Te malî piro êlî hindiko
Ji xelqê re ne tişteko
Ji min, we tehrê ez daketime deşta bêlecûko
Têkevime nava hezar û hevsid hinarî,
hinrekî ji xwere bi bijêrim, şîrino, bê dendiko.
Way-waylê, way-waylê,way-waylê,
Delalo, tu delalî. De way-waylê, de way-waylê
Dewrêşê şêx Evdî gote mîrê Ûnisî
Go:”Ev xeber ji devê te hevt bavê te zêdeye
Heta tu destê min deynî kelamçeye
Lingê min lêxî qeydê ye
Min bigrî, bavêjî zindanê ye
Bi îzna rebê alemê, ezê sêsid mêrê Ûnisî
rehet kim orta dîwanê bi soranîyê ye”.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê,
Delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo, minê vê sibê ji xudanê xwere çi bigota,
jê çi bixwesta?
Mala bavê min bar kir, danîye zozanê
Şerfedînê, çîyayê Eledaxê, çîyayê Girîdaxê,
hersêk mil bidana, serkonê mala bavê min,
bihata xarê, stûna konê pêşin ji ortê ve bişkesta
Dewrêşê Şêx Evdî, hûtê binê berîya jêrîn
Siyarê Senemê, xudanê zeng û zêrîn,
bajota, bihata derê çadira min porkura,
Xwedê bi sekinîya, şîrin taseka ava sar ji min bixwesta
Minê dest bibira cêba xwe, tasa zêre-zîve
nexşkiriye derxista, meşiyame ser kanîya
Kurd Elo Memed paşa tijî ava sar kira,
banîya, pîr, marîfet, kemedar bûma, bidama li desta
Avrûyê çavê birûyê belek,
şirikê xizêma xwe bi lêvê xwe bi gesta.
Delalo, deliko
Te malî piro, êlî hindiko
Xudanê şeşxana kiniko
Ji xelqê re netişteko
Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko
Pêkevim nava hezar hevsid hinarî,
hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko
Way-waylê, way-waylê, way-waylê,
delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Çûme odê, ode têre tijî, çûme dîwanê, dîwan jî têre tijî
Mesînê qawê ser dara çemê wê dikelijî
Min go:”Qaweçîyo, yekê tijîke,
bide destê delaliyê dilê min jî”.
Tibêta dilê min neda, minê destê xwe dirêjî fincana qawê kir,
tijî kir, birda desta, minê nizanibû ji şerma bû,
ji germa bû, ji tirsa bû, destê min reçivî,
çoka min lerizî,
niqutek rijiya ser eba besrayê dewrêşê Şêx Evdî jî.
Kubara sibê rabûm, min qolî zêrê serê xwe qetand,
çûme li Hemayê, li Hekayê, li Şamê, li Bexdayê,
derê dikanê wan beqala min da hevt qalib reqîya sabûnê,
hildam pêda-pêda meşîyam çûme ser ava xabûrê,
minê ebayê besrayê Dewrêşê Şêx Evdî,
hûtê binîya berîya jêrîn, sîyarê Senemê,
xudanê zeng û zêrîn,şûştî ye,
hevt qalib sabûnê destê min de mefîyaye,
ava Xabûrê, bextê min porkurê, ser min demiçiqîye,
eba Dewrêşê Şêx Evdî temîz nebû ji vê qirêjê,
ku li derdê eba ma dilê min jî.
Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko
Xudanê şeşxana kiniko
Ji xelqê re netişteko
Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko
Pêkevim nava hezar hevsid hinarî,
hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko
Way-waylê, way-waylê, way-waylê,
delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo behare, heramê derketine
Xanî germ bûne, kêç ketine
Pîra dîya min hatîye ber mirinê
Kale bavê min hatî ye ber şûştinê
Hevt birê min porkurê hatine ber kuştinê
Wexta çavê min li çavê Dewrêşê Şêx Evdî,
hûtê binê berîya jêrîn dikeve,
ji min tirê temama saxin hingî rû dinê.
Delalo, deliko
Te malî piro, êlî hindiko
Xudanê şeşxana kiniko
Ji xelqê re netişteko
Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko
Pêkevim nava hezar hevsid hinarî,
hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko
Way-waylê, way-waylê, way-waylê,
delalo, tu delalî.

Dewrêşê Evdî
(Şaxa3)
Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal
Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko
Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta
Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko
Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî
Ezê çûme alê dîwanê, dîwane tijî
Ezê çûme alê malê, male tijî
Ezê çûme alê odexanê,şêst û pênc pelewan têde rûniştî
Wexta min ça û qawe digerandî,
xema min mehrûma xwedê nîbû
Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê êzdî
Nizam kerbiyana bû, şerma bû, yan ji tirsan bû,
çavê min reşeve dihatin, tilîpêçîyê min,
dihijyan, çokê min dilerizîn, minê niquteka qawê, rijandibû ser eba dewrêşê Evdî.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî
Divê navê kapêk pol pere cem min tine bû Minê destê xwe bire nava sîng û berê xwe,
zêrekî diha dîtibû xercê şeherê bavê minî hevt sala bû
Minê hildabû, ez çûme dikanê van etara
Minê go, dikançîyo, ha, dikançîyo, minê niqutka qawê rijandî ye ser eba Dewrêşê Evdî
Minê hildabû hevt qalib sabûne, teşt û sîtile,
ezê çûme ber çemê payê vê mîrayê
Çemê payê mîrayê, ava çil û çar kanîya bû.
Ava çil û çar kanîya min şikîya bû
Tilî pêçîyê min maşîya bû
Hevt qalib sabûna min helîya bû
Teşt î sîtilê min qul bibû,
Hela hê niqutka qawê ser eba dewrêşê Evdî neçû bû.

Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re,
navê mêra nayînime ser xwe.
Divê, beharê, heyamê êlê derketinê Malê me kevin bûne kêç ketinê
Hevt kurapê minê ber girtinê
Kale bavê mine li ber mirinê
Pîredayîka mine li ber şûştinê
Herçî çavê min çavê dewrêşê Evdî dikeve,
minê tirê, gişte xweşe rû akara dinê.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî
Mîr go:”Gelî qewaza, rabin pêya Herin bêjin Dewrêşê Evdî bê, mîr te dixwaze ji dîwanê ye”.
Cotê qewaza rabûn pêye Çûn go:”Dewrêşê Evdî, mîr te dixwaze ji dîwanê ye!”
Dewrêş hat go:”Mîr, te çi divê ye?”
Mîr go:”dewrêşo, dilê min dibê ye
Wexta li xamê jêrin dibe qîrîna kurê,
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê meneqî yane, gelo wî çaxî,
mêr beramberî çend mêraye?”
Dewrêş go:”Mîr, dilê min dibê ye
Wexta xamê jêrin divê qîrînîya kurê
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê menegîya, ancax,
mêr beramberî mêr dertê ye”.
Mîr got:” Gelî qewaza rabin pêye!
Destê dewrêşê Evdî lêxin lelêye!
Stuyê wî lêxin kelemçêye!
Lingê wî lêxin Qeydê ye!
Milê Dewrêşê Evdî bigrin, bavêjin kela zîndanê ye!”.
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî
Dewrêş go:”Mîr, ezê wî kim Îlahîye Ezê gava rabim pêye,
ezê te temam kim sêsid û şêst û şeşmêrê di rimêye”.
Mîr go:”Dewrêşo, dilê min dibêye kivava kara karxezlê ye”.
Dewrêş go:”Mîr, dilê min dibê ye
Dilê te ne kivava kara karxezlê ye
Tu dixwazî min bi şînî pêşîya,
hezar û hevsid mêrê eskerê Emerê Ûnise, min hatî xezê ye”.
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî…

-Ordîxanê Celîl /Pirtûka zargotna Kurdan ya tarîxî

Delîl Dîlanar

Sitemizde sanatçıya ait toplam 8 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

  1. cemil dedi ki:

    böyle yapmanız çok güzel birşey, ben de bu aralar çeviri üzerine çalışmaktayım. özellikle dengbejler ve kılamlarındaki olayları araştırmaktayım. ama nedense hiçbir site de sizde olduğu gibi çevirilerle karşılaşmadım çok nadir bir site oluşturmuşsunuz. böyle çalışmalarınızdan dolayı sizi takdir ediyorum. bu çalışmalarım boyunca özellikle çeviri konusunda sizden yardımcı olmanızı istiyorum. tabii emeğinizin karşılığı olarak bu siteyi kaynak göstermek şartıyla.

    1. webmaster dedi ki:

      Teşekkür ederim. Her türlü desteğe, imkanlarım ve iş yoğunluğum elverdiğince seve seve açığım. info@kurtcesarkisozu.com adresimden iletişim halinde olabiliriz.

Yorum Yaz

Satılık Kaz